Li çolistana rojavayê Dêra Zorê endamekî hikumeta Şamê hat kuştin

Li çolistana Dêre Zorê, di teqîna mayîneke DAIŞ’ê de endamek li Derayê jî leşkerek hikumeta Şamê hat kuştin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku li herêma çolistana Meyadîn ya gundewarê Rojavayê Dêra Zorê mayîneke bi erebeya hêzeke girêdayî hikumeta Şamê ve teqiya.

Di teqîna mayîna ku çeteyan DAIŞ’ê çandibû de, endamekî hikumetê hat kuştin û sê jî birîndar bûn.

Di Gulanê de 32 leşkerên hikumeta Şamê û 27 DAIŞ’î hatin kuştin

Çavdêriyê da zanîn ku di êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên dinava vê de, 32 leşker û endamên girêdayî hikumetê hatin kuştin.

Her wiha ji destpêk û heta niha jî balafirên şer yên Rûsyayê 1050 êrîş li dijî deverên belavbûna çeteyên DAIŞ’ê yên li çolistana Sûrî pêk anîn.

Li gorî Çavdêriyê di êrîşan de 27 DAIŞ’î hatin kuştin û 41 jî birîndar bûn.

Li Derayê leşkerekî hikumeta Şamê hat kuştin

Li parêzgeha Derayê ji ber nearmiya hêrêmê leşkerekî hêzên hikumetê ji hêla kesên ne nas ve li bajaroka Yadodê يادوده ya li gundewarê rojavayê Derayê, hat kuştin.

Back to top button