Wezîra Kar: Li herêma Başûrê Kurdistanê bêkarî di astek metirsîdar de ye

Krîza aborî ya li başûrê kurdistanê di daneyên bêkariya li herêmê de diyar dibe. Wezîra Kar û Karûbarên Civakê yê Herêma Kurdistanê Kiwêstan Mihemed ragihand ku li rêjeya bêkariya li herêmê di astekî metirsîdar de ye.

Kiwêstan Mihemed îro serdena Helebce kir û di vekirina Navenda Perwerdekirina Pîşeyî ya Helebce de daxuyanî da.

Kiwêstan ragihand ku ji bo bêkariyê çend rêjeyên cuda hene û got:

Lê, em nikarin pişta xwe bidin yek ji van rêjeyan.

Heta ku serjimariya temam a şêniyan nekin.

Ji bo ku bizanin ku hejmara şêniyên Herêma Kurdistanê çende.

Ji wê hejmarê jî bizanin ka çend kes bêkar in.

Wê demê dikarin bêjin ev rêje bêkar e.

Kiwêstan eşkere kir ku piştî vîrûsa coronayê û krîza darayî bêkariyê bêkarî zêde bûye û ev tişt anî ziman:

“Bi sedan hezar ciwan bêkar in.

Ev jî rêjeyek metisîdare.

Wezîra Kar û Karûbarên Civakê yê Herêma Kurdistanê Kiwêstan Mihemed diyar kir ku di nava çend rojên pêş de wê girtiyên Îranê û yên herêmê bi hev werin guhertin.

Back to top button