Mihricana Filman a Kurt û Kurmancî tê lidarxistin

Mihrîcana yekemîn ya bi navê “Mihricana Filman a Kurt û Kurmancî” tê lidarxistin. Malpera sînemayakurdî. com û Tor Film Production diyar kir ku ew ê bi hev re mihrîcanê li dar bixin. Şert û mercên beşdarbûna mihricanê jî hatin eşkerekirin.

Malpera sînemayakurdî.com û Tor Film Production biryar girtin ku ew ê bi hev re “Mihricana Filman a Kurt û Kurmancî” li dar bixin.

Ji bo vê mihricanê jî daxuyaniyek nivîskî belav kirin.

Di daxuyaniyê hat gotin filmên ji bo festîvalê werin çêkirin an jî şandin divê herî zêde yek deqeyî bin.

Her wiha pêwiste mijara filmên îsal derbarê zimanê kurdî de bin.

Serlêdan di 21’ê Gulanê heya 22’yê tebaxê dewam dike

“Mihricana Filman a Kurt û Kurmancî” ji bo îsal ew ê sê xelatên tematîk û xelata taybet ya Kurdistanî belav bike.

Li gel xelatan dê ji bo her sê filmên despêkê, 250 Euro were pêşkêşkirin.

Navê xelatan jî wiha ne; “Xelata Sînemaya Amûdê, Xelata Taha Karîmî, Xelata Xelîl Dag, Xelata taybet a Kurdistanî.”

Armanc ji vê yekê ku mirov bi çîrokên biçûk û kurt karîbin nîqaşên xwe vebêje û bikarîbe fîlmekî kin sazbike.

Serlêdanên ji bo festîvalê 21’ê Gulanê dest pê kiriye û heta 22’yê meha Tebaxê wê dewam bikin.

Di dawiyê de Malpera sînemayakurdî.com û Tor Film Production ji bo beşdaran ev bang kir:

Qet dûr neçin, beriya her tiştî li derûdora xwe bihizirin û çîrokên xwe vebêjin.

Film dikarin filmên xwe ji bo malpera “mihrican.sinemayakurdi.net” bişînin.

Back to top button