HPG: Li herêma Zap û Metîna 14 dagirker hatin kuştin

Dagirkeriya dewleta Tirk her çiqasî dixwaze di demeke kin de encamê ji êrîşên xwe bigre jî lê li hemberî berxwedana gerîla ji hev ketiye. Li herêmên Zap, Metîna û Avaşînê gerîla derb li ser derbê li artêşa tirk a dagirker didin.

Tenê li Zap û Metîna 14 leşkerên Tirk yên dagirker hatin kuştin. HPG’ê ragihand ku artêşa Tirk ya di aliyê leşkerî de nikare encamê bigre li Zapê çekên Kîmawî bikaraniye.

Gerîlayên HPG û YJA Starê bi çalakiyên bi bandor bersivê êrîşên dagirkeriyê yên li ser başûrê Kurdistanê didin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê şer û çalakiyên gerîla de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê ragihand ku di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Cenga Xabûrê de 28’ê Gulanê li Metîna li dijî dagirkeran çalakiyek lidarxistin.

Di encamê de 3 leşker hatin kuştin, çeperek dagirkeran hat rûxandin û çeka A4 hat bêkêrkirin.

HPG’ê diyar kir ku 29’ê Gulanê jî li herêma Heftanînê çalakiyek li dijî dagirkeran pêk hat, di vir de hejmara birîndar û kuştiyan nehat zanîn..

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de jî HPG’ê ev agahî parve kir,

19 û 20’ê Gulanê li herêma Zapê li dijî dagirkerên çalakî pêk hatin, di encamê de 11 leşkerên dewleta Tirk hatin kuştin.

HPG: Artêşa Tirk li herêma Zapê çekên kîmawî bikar aniye

HPG’ê ragihand ku 29’ê Gulanê li herêma Zapê, dewleta Tirk di êrîşên xwe de çekên Kîmawî bikaranîn..

Her wiha anî ziman ku di 27, 28, 29 û 30’î Gulanê de jî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn hatin bombebarankirin.

HPG’ê nasnameya 6 gerîlayên ku di navbera 19 û 28’ê Gulanê de şehîd bûne jî eşkere kir.

Navên gerîlayên ku şehîd bûne jî wiha ye,

Veysî Yomen binasnav Egîd Batman

Suleyman Aydin binasnav Rêber Nisêbîn,

Muhammed Mehdî Tanrıverdî binasnav Rêdûr Cûdî,

Ahmet Alî Bozan binasnav Brûsk Kobanê,

Mizgîn Akyool binasnav Zeynep Faraşîn û Ferdî Mergal binasnav Zagros Avaşîn.

Back to top button