Zelamê dewleta kur a Tirkiyê Peker: Bi barhilgiran çek ji El Nûsra re dihat şandin

Serokê Rêxistina Sûc û Organize Sedat Peker diyar kir ku wan çek û pêwistiyên leşkerî ji Tirkiyê dişandin Sûriyê û got: Bê ku astengiyek derbikeve, me çek dişandin Sûriyê.

Sedat Peker anî ziman ku ew piştre hîn bûye ev çek li ser navê wî ji bo çeteyên El Nûsra tê dayîn. Peker di nava mikurhatina xwe de, armanc û bazirganiya AKP’ê li ser gelê Sûrî re dide meşandin jî eşkere kir.

Bi derketina aloziya navbera mafya û AKP’ê re, rastiya faşîzma deshilata Tirkiyê eşkere dibe.

Ji kuştinên dewleta kur ya li ser welatparêzên Kurd û demokratên Tirk bigre heta, bazirganiya madeyên hişbir û gelek mijarên din.

Serokê Rêxistina Sûcên organîzekirî û zelamê dewleta kur a Tirkiyê Sedat Peker îro videoya xwe ya 8. li ser hesabê xwe yê YouTubê parvekir.

Sedat Peker di vê beşa vîdeo yê de, têkildarî şandina çekan bo çeteyên El Nûsra, bazirganiya AKP’ê li ser gelê Sûrî re dike eşkere kir.

Peker ê ku zelamê dewleta kure wiha dibêje:

Min bi pereyê xwe ji bo Tirkmenên li Bayirbucakê çek şandin.

Kamyonên me wekî karwana alîkariyê ya Sedat Peker diçin, û em wêneyan didin çapemeniyê.

Li ser navê min wesayîtên din jî hene.

Em dizanin ku ew diçin Tirkmenên li cîhek din, lê em nizanin di wan wesaîtan de çi heye.

Çek heye.

Ew ji hêla MÎT û artêşê ve nayê organîzekirin.

Ew ji hêla SADAT ve tê organîzekirin.

Serokê Rêxistina Sûcên organîzekirî û zelamê dewleta kur a Tirkiyê anî ziman ku dema ev tişt têne şandin, ne danûstandin, ne veguhestina rasterast di belgeyan de nedihatin tomarkirin.

Sedat Peker dibêje wî piştre zaniye ku beşek ji van çekan ji bo çeteyên El Nûsra re diçe.

Dema ku min li vîdeoyên spasiya wan temaşe dikir, yek bi Erebî axivî.

Yek ji hevalên me yên Tirkmen got, ev yên El Nûsra ne.

Peker: Bazirganiya li Sûrî li eywana serokomariya Tirkiyê tê kirin

Peker îşaret bi bazara ku ji aliyê Serokomariya Tirkiyê ve li Sûrî tê meşandin jî agahiyên nû da.

Ji bo bazirganiya li Sûrî dizanin pêwistî bi çi heye?

Di vê despêkê herî gel Serokê Karûbarên Birêveberiya Serokomariyê Metîn Kiratli.

Ez qala 1-2 barhilgiran nakim.

Petrola xam, çay, şekr, alumînyûm, erebeyên bikarhatî yên qeçax.

Bi milyaran dolar.

Ev pere bi kude diçe?

Ev hemû ji bo zelamên Berat Albayrak diçin.

Bi vê yekê re careke din hevkariya Serokomarê Tirkiyê Erdogan ya bi çeteyên El Nûsra ku di qada navnetewî de rêxistineke terorê ye piştrast bû.

Niha çav li ser helwesta NY ya derbarê mijarê de ye.

Back to top button