Xelkê Îdîrê li dijî biryara lijneya hilbijartinê meşiyan

Lijneya Hilbijartinê ya Navçeya Îdirê ya Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) serlêdana namzetiya Hevşaredarê Îdirê yê DEM Partî û serlêdanên namzetên endamên Meclîsa bajêr red kir.
Xelkê Îdirê li dijî redkirinê meşek li dar xistin û biryarê şermezar kirin.

Endamê Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê a DEM Partiyê Mehmet Çîrka axivî û diyar kir ku wan û endamên CHP’ê û ÎYÎ’yê ji bo serlêdanê qebûl bikin dengê xwe dane û endamên AKP’ê beşdarî civînê nebûye.

Çîrka anî ziman ku ji ber bandora dadger serlêdan hatine redkirin û got:

“Ew li dijî vê biryarê ne û dê serî li Lijneya Hilbijartinê ya Bajêr jî bidin.”

“Li vir lîstikek heye. Ji ber namzetê AKP’ê di civînê de tunebû.”

Piştî axaftinê xelkê Îdîrê bi dirûşmeyên “Îdîr li îradeya xwe xwedî derkeve”, “Wê AKP hesab bide gel” û “Bi berxwedanê em ê bi ser bikevin” dest bi meşê kirin.

Li navçeyên Mêrdînê hevdîtinên gel: Wê qeyûm biçin

Back to top button