Lahor Şêx Cengî: Ji bilî lihevkirinê ti rêyeke din nîne

Ji bo nirxandina aloziya siyasî û aborî li bajarê Hewlêrê, PDK, YNK û Goran civiyan.

Serokwezîrê Başûrê Kurdistanê Mesrur Barzanî li ser hesabê xwe yê twîtterê ragihand ku rewşa aloz û xwepêşandanên li Başûr bi destê hêzên derve hatine derxistin.

Hevserokê YNK’ê Lahor Şêx Cengî jî bang li hikûmeta Başûrê Kurdistanê kir ku bi awayek lezgîn, ji bo lihevkirina bi Iraqê re, şandek bi-bandor bişîne Bexdayê.

Şêx Cengî da zanîn ku ji bilî lihevkirinê ti rêyek din li ber hikûmeta Başûr û Iraqê nîne.

Hevserokê YNK’ê Lahor Şêx Cengî li Bexdayê bi alîkarê berpirsê Amerîka yê Rojhilat David Schenker, alîkarê berpirsê Karên Iraqê David Copley û balyozê Amerîka yê Iraqê Matthew Tueller re civiya.

Şêx Cengî diyar kir ku mijara wan a civînê, rewşa siyasî, ewlekarî, aborî û bi taybet jî para budceya Hikûmeta Başûrê Kurdistanê ya di sala 2021’an bû.

Back to top button