Artêşa hikûmeta Şamê gundewarê Idlib û Hemayê da ber topan.
Li gorî agahiyên Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûrî, hêzên hikumeta Şamê bi mûşekan deverên Cebel-El- Zawiyê ya Idlibê û Sehl-Elxab a li gundewarê Hemayê topbaran kirin.
Di heman demê de, partiya Îslamî ya Tirkistanê li çiyayê Şhşebo êrîşî hêzên hikûmetê kir û hejmarek leşkerên wan birîndar kir.
15 maşîneyên din en tirkiyê derbasî Idlibê bûn
Li aliyekî din, 15 maşîneyên leşkerî yên Tirkiyê di dergeha Kefer Losîn re derbasî Idlibê bûn û ji Adarê û heta niha 10 hezar û 910 maşîne derbas bûne.