Dagirkeran ji Şêrewa û Efrînê 8 sivîl revandin

Li Efrîna dagirkirî, sûc û hovîtiya dewleta Tirk a dagiker li dijî sivîl û xwezayê didomin. Dagirker bi ser gundên naçveya Şêrawayê girt û 7 sivîl revandin, ji gundê Maratê yê Efrînê jî sivîlek revadn.
Her wiha li navçeya Raco û Mabata nêzî 300 darên zeytûnê birîn.

Li Efrîna dagirkirî, rojane sûc û hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî Efrîniyan zêde dibin.

Li gorî nûçeya ANHA’yê, 5’ê Mijdarê, çeteyan bi ser gundên naçveya Şêrawayê girt û 7 sivîl revandin.

Çeteyan ji gundê Kibêşînê şêniyên bi navê
Elî Kazim Elî (22)
Basil Mamed Hisên (22)
Samêr Mamed Hisên (35) û
Ehmed Hindî Hindî (32) revandin.

Ji gundê Basûfanê yê Êzîdiyan jî, şêniyên bi navê
Riyad Elî Cume(33)
Rêzan Ibrahîm Erebo (22) û
Dilbirîn Erebo (30) revandin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn – Sûrî jî dabû zanîn ku çeteyan Dilbirîn Erebo bi giranî êşkence kir.

Rêxistinê eşkere kir ku bi dagirkirina Efrînê, dewleta Tirk ji bo pêkanîna guhartina demografiyê, şêniyên gundê Basûfanê yê Êzîdî neçarî koçberiyê kirin.

3’ê Mijdarê jî, çeteyan ji gundê Maratê yê Efrînê ji bo standina pereyan şêniyê bi navê Welîd Abid (55) revand.

Dagirker 275 darên zeytûnê li navçeyên Raco û Mabata birîn

Li aliyê din, çeteyên dewleta Tirk a dagirker birîna darên zeytûnê bêserûber li Efrînê didomîmin.

Li gorî çavkaniyên herêmî, çeteyan li gundê Gewenda yê Raco 250 darên zeytûnê yên şêniyên bi navê Mihemed Elî Hesen û Şêxo Mile Nesan birîn.

Li gundê Hebo yê Mabata jî çeteyan bi dehan darên zeytûnê birîn ji wan 25 dar yên Malbata Egîd in.

Back to top button