Meclisên Kantona Qamişlo: Bêdengiya li hemberî komkujiyê hevkarî ye

Meclisên navçe û bajarên li kantona Qamişlo komkujiya Til Rifetê şermezar kirin. Meclîsan, civaka navneteweyî li hemberî van komkujiyan berpirsyar dîtin.

Meclisên navçe û bajarên li kantona Qamişlo, bi daxuyaniyên girseyî yên cuda komkujiya Til Rifetê ya dewleta Tirk şermezar kirin.

Meclisa navçeya Girkê Legê di daxuyaniyê de destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker li dijî gelê Kurd qirkirina etnîkî dewam dike û armanca vê komkujiyê, guhertina demografîk e.

Meclisa navçeya Til Hemîsê jî diyar kir ku bêdengiya dewletên cîhanê hevkariya sûcên Erdogan û rijandina xwîna zarok û gel e.

Bi heman armancê Meclisa navçeya Çilaxa jî daxuyanî da û diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi komkujiya li ser zarok û sivîlan dixwaze gel bitirsîne û ji nû ve koçber bike.

Meclisa navçeya Amûdê jî anî ziman ku pêwîst e civaka navdewletî nebe hevkarê qetilkirina zarok, jin û gelê azadîxwaz û êrîşên dewleta Tirk rawestîne.

Meclisa navçeya Tirbêspiyê jî bang li tevahî rêxistinên mafên mirovan ên demokratîk kir ku bi erk û berpirsiyariyên xwe rabin û pêşî li sûcên şer yên dewleta Tirk bigirin.

Leave a Reply

Back to top button