Rêxistina Mafên Mirovan û Heyva Sor a Kurd li Efrînê: Divê Tirkiyê were cezakirin

Rêxistina Mafên Mirovan û Heyva Sor a Kurd a kantona Efrînê destnîşan kirin ku kirinên dewleta Tirk a dagirker sûcên şer e.Her wiha bang li civaka navdewletî kirin ku çeteyên Tirk a dagirker bixin lîsteya terorê.

Rêxistina Mafên Mirovan û Heyva sor a Kurd li Şehbayê bi tevlîbûna girseyeke qelabalix a ji şêniyên Efrînê daxuyaniyek hevbeş dan û komkujiya Til Refetê şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi komkujiyên ku pêk tînin qanûnên navdewletî binpê dikin û ev sûcên şer e.

Rêxistina Mafên Mirovan û Heyva Sor a Kurd dan xuyakirin ku ev sûcên şer belgekirî ne û bang li rêxistinên navdewletî û desteya Netewên Yekbûyî kirin ku rûniştineke lezgîn lidarxin û ji ber sûcên şer Erdogan û çeteyên wî ceza bikin.

Rêxistinan her weha ji hemû sazî û hêzên navnetewî xwestin ku ji bo dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser xaka Sûrî bi dawî bibe berpirsyariyên xwe bi cîh bînin û bikevin nav tevgerê.

Leave a Reply

Back to top button