Çalakiya rûniştinê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li ber avahiya (NY) didome

Ji 25’ê Çileya 2021’ê ve li bajarê Cenevre yê Swîsreyê her roja Çarşemiyê li ber avahiya (NY) çalakiya rûniştinê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan tê lidarxistin.
Di çalakiya vê heftiyê de hat diyarkirin ku şertê pêşîn ê aştiyê azadiya Rêber Apo ye.

Bi pêşengtiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Cenevreyê (CDK), di çarçoveya kampanyaya ”Dem dema azadiyê ye” heftane Komîteya Girtina Ber Li Êşkenceyê (CPT) û Konseya Ewropayê (KE), bi bîra saziyên navneteweyî tê xistin ku bi erka xwe rabibin.

Hevserokê Navenda Lêkolînên Kurd a Almanyayê (KCS) Dr. Thoreaû Redcraw got : ”Gelekê ku li ber zext û zilmê rabûye terorîst hatiye îlankirin û rêberê wî 25 sal in tê ragirtin.

Hêzên di heman şertan de Mandela dîl girt, heman polîtîkayên li dijî hiqûqa navneteweyî li ser Ocalan bi rê ve dibin.

Şertê pêşîn ê çêbûna aştiyê li Tirkiyeyê, ew e ku Abdullah Ocalan serbest bê berdan.”

Piştî axavtinê beşdaran dirûşme ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan berz kirin û dest bi çalakiya rûniştinê kirin.

Çalakiya nobetê ya ji bo şikandina tecrîdê bi koma 13’emîn didome

Back to top button