Konferansa 1.a Nivîsgeha Kombûna Jinan li Dêrazorê li dar ket

Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenbûya li herêma Seba Kîlo ya Dêrazorê konferansa xwe ya 1’emîn li dar xist.

Di konferansê de endmaên Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenbûya, nûnerên saziyên sivîl û xwecih ên Dêrazorê beşdar bûn.

Destpêkê kesên axivîn gotin:

“Em ji bo azadiyê û tunekirina terorê, têkbirina zihniyeta baviksalarî têdikoşin.

Piştre, perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan hatin xwendin.

Her weha rapora 2 salan a xebatên kombûnê hat xwendin û têkildarî wê sinevizyonek hate pêşandan.

Endaman rêziknameya kombûnê nîqaş kir û bendên wê erê kirin.

Di konferansê de Nivîsgeha Koordînasyona Jinan ji 3 endaman û Meclisa Jinan a Dêraozrê, ji 14 endaman hatin avakirin.

Konferans bi encamnameyekê bi dawî bû ku bendên wê jî wiha ne:

  • Zêdekirina hemleyên zanabûn, perwerdeyê û akademiyan.
  • Firehkirina projeyên çandiniyê û koperatîfan ji bo piştgiriya jinan.
  • Meşandina têkoşînê ji bo pêkanîna qanûna malbatî.
  • Destpêkirina hemleyên li dijî narkotîkê û zewicandina zarokan.
  • Domandina têkoşînê li hember tevahî cureyên tundiya li ser jinan.
  • Lidarxistina semîner, panel û komxebatan têkildarî çareserkirina pirsgirêkên civakî.
Back to top button