Pêşengeha Rojava a hunera şêwekariyê ya 8’an bi dawî bû

Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Pêşangeha bi xelatkirina 109 hunermenedan bi dawî kir.

Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hevkariya Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê di bin sîwana Sempozyuma Hunera Şêwekariyê ya 4’an de, Pêşangeha Rojava ya Hunera Şêwekariyê a 8’an li dar xist.

Pêşengeh li Qamişlo bi dirûşma “Bi hev re hunerê bikin bihara dilan” 28’ê Gulanê ango berî 2 rojan destpêkiribû.

Di 3 rojên pêşangehê de, 109 şêwekaran berhemên xwe pêşandan. Di roja dawîn a pêşangehê de, endamê Komîteya Amadekar Ebdul-mecîd Xelef axivî, bixêrhatina beşdaran kir û got:

Her sal pêşangeh li dar dikeve û her 2 sal sempozyum li dar dikeve.

Îsal 20 hunermend tevli sempozyumê bûn. Li Qamişlo jî, 89 hunermend beşdar bûn. Yanî bi giştî 109 hunermend hebûn.

Xelef bang li her kesî kir ku hunerê biparêzin û pêş bixin.

Pişît gerandina govendê, 109 hunermend hatin xelatkirin.

Hêjeyî bibîrxistinê ye ku Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di pêşangehê de 25 tablo kirîn.

Qamişlo-Pêşengeha şêwekariyê di roja xwe ya 2. de ye

Back to top button