Ji ber Corona, NY banga hevakriya hevbeş li hemû welatên cîhanê kir

Netewên Yekbûyî li hembera belavbûna vîrûsa Coronayê banga hevakriya hevbeş li hemû welatên cîhanê kir.

 

Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî, Antonîo Guterres, ragihand ku vîrûsa Corona hemû dinya tehdît dike.

Antonîo Guterres diyar kir ku divê li dijî vîrûsê ku dijminê miovahiyê ye, hemû welat hevkariyê bi hev re bikin.

Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî diyar kir ku ji bo welatên hejar wê 2 milyar dolar were dabeşkirin.

Her wiha Komîsera Bilind ê Mafê Mirovan ê Netewên Yekbûyî, Mîchelle Bachelet, banga lezgîn li hemû cîhanê kir ku divê girtî bi lezgîn bên berdan.

Komîserê Bilind hişyarî da ku divê di serî de yên herî kal û nexweş bên berdan.

Back to top button