Li Filistînê yekem kesî jiyana xwe ji dest da

Li gel xebatên pêşgirtina li ber nexweşiyê, Corona bilez belav dibe û jimara miriyan li sernaserî cîhanê 20 hezarî derbas kir.

Li Filistînê yekem kes bi Coronayê mir û weke tedbîr Kenîseya Qiyametê heya hefteyekê deriyê xwe digire.

Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyê jî herî dawî mirina 59 ragihand.

Aniha, welatê ku herî bilez Corona lê belav dibe jî, Amerîka ye.. ku heya niha 70 hezar pê ketine û 1000 kesî jiyana xwe ji dest daye.

Back to top button