Ji bo parastina zeviyan rewşa awarte hate ragihandin

Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê ji bo parastina zeviyan di mewsima çinînê de, rewşa awarte ragihand.

Komîteya Rewşa Awarte ya Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê ji bo nîqaşkirina mekanîzmeyên parastina zeviyan di mewsima çinînê de, civînek li dar xist.

Piştî civînê komîteyê belavokek derxist û tê de rewşa awarte ragihand.

Belavoka komîteyê wiha ye:

“Ji ber ku mewsima çinînê dest pê kiriye û metirsiyên derketina şewatan zêde bûye, hevseroka Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê seferberî ragihand ku ji îro ve dest pê dike.

Wê tevahî komîteyên rewşa awarte û saziyên rêveberiyê di seferberiyê de bin da ku zeviyan û hilberînan, ji şewatan biparêzin.

komîteyê bang li cotkaran û gel kir ku li ber zeviyên xwe nobetê bigirin û wan biparêzin ji bo ku bi hev re mewsima çinînê bê-zirar, bi qedînin.

Tirbespiyê-Beriya ku agir bighêje zeviyên çandiniyê hat vemirandin

Back to top button