Îro nîvro, agir bi cihê gilêşê yê li navçeya Tirbespiyê a girêdayî Qamişlo ket, beriya ku agir bigihêje zeviyên çandiniyê yên li navçeyê hat vemirandin.
Komîteya Rewşên Awarte bi hevkariya şêniyan û Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Tirbespiyê agir vemirandin.
Cihê gilêşê di navbera gundên Şelomiyê û Mizgeftê de ye.
5 kîlometre li bakurê navenda navçeyê dikeve û nêzî erdên çandiniyê ye ku niha berhem tên rakirin.
Komîteya Rewşên Awarte, şêniyên navçeyê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn beriya ku karesatek çêbibe û agir bi zeviyên bikeve, vemirand.