Desteya Rêvebir a Navendî ya HDP’ê û Meclîsa Partiyê 10’ê Tirmehê li navenda HDP’ê bi serokatiya Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî re civiya. Di civînê de pêngava ‘Destûra Bingehîn a Demokratîk’ hate destpêkirin.
Di civînê de li ser seferberiya rêxistinbûnê û destûra bingehîn a demokratîk hate sekinandin û Bendava li Heskîfê û zextên li girtîgehan hatin nîqaşkirin.
Di pêşengtiya Serokwekîlê Meclîsê yê HDP’ê Mîthat Sancar ji bo xebatên destûra bingehîn a demokratîk de komek hate avakirin.
HDP’ê wê bi saziyên sivîl ên civakî, komên bîr û baweriyê û rêxistinên jinan re bicive.
Ji bo ku girtîgeh werin valakirin jî wê seferberiyê bide destpêkirin.
Her wiha di civînên HDP’ê de li ser qirkirina ekolojiyê hate sekinandin.
Bendava Heskîfê û qirkirina daristana zanîngeha bi navê ODTU’yê hate rojevê û biryara têkoşînê hate dayîn.