Şehba- Ji ber ambargo saziyên xizmetê û dibistan hatin rawestandin

Ji ber ambargoya ku hikumeta Şamê li ser Şehbayê ferz kiriye, dewama dibistanê û karên xizmetguzarî hefteyeke din hat rawestandin.

Zêdeyî 2 mehe, hêzên hikumeta Şamê nahêlin madeyên sereke derbasî kantonê bibin.

Ji ber tunebûna mazotê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Efrînê dewama li dibistanê hefteyeke din rawestand.

Têkildarî xebatên şaredariyên gel ên Şehbayê, endamê rêveber ê Desteya Rêveberiya Herêmî a Efrînê Mihemed Elo weha got:

Li Şehba xebatên şaredariyan hîna ji ber ambargoyê û tunebûna mazotê sekinîne.

Mazota ji bo xebitandina jenartoran li gund û bajarokên kantonê tenê têra 15 rojan dike.

Elo bang li hêzên navneteweyî û rêxistinên hiqûqû kir ku zextê li hikumeta Şamê bikin bila ambargoya li ser kantonê bi dawî bike.

Back to top button