Li Minbicê amadekariyên zivistanê

Zivistan bi serma û seqema xwe li ber derî ye.Jinên li gundewarên Minbicê ji bo pêwistiyên xwe yên germahiyê kar dikin. Ji bo vê yekê jî êzîng û qirşên garisan kom dikin da ku pêwistiyên xwe yên germahiyê pêk bînin.

Fitêm El-Mustefa ya bi temenê xwe 40 salî ku ji gund Um El-Cirn e diyar kir ku di mehên dawî yên payîzê de ew dest bi komkirina daran dikin û got: Em êzingan bi kar tînin, çi ji bo xwarinê û çi ji bo germkirinê be.

“Em bi rêya êzingan pêwistiyên xwe yên şewatê peyda dikin”

Bi vî awayî em zêde girîngiyê nadin pirsgirêkên sotemeniyê.

Fitêm daxuyakirin ku li ber her malekê darên ji bo agirpêxistina agir hene û ev tişt anî ziman:

Em xelkê gundan dev ji tiştekî bernadin.

Ji ber ku her tişt bi kêrî yekî tê.

Back to top button