Salvegera 4. a teqîna Qamişlo

Îro, 4.salvegera bûyerke biêş e, teqîna Qamişlo ya Taxa Xerbî ye. Berî 4 salan şêniyên Qamişlo çavên xwe li ser vê teqîna malikwêran vekir. Vê teqînê 62 kes şehîd li paş xwe hişt û bi dehan jî birîndar bûn.

Li asmanê bajarê evînê, bajarê Qamişlo, çivîkan bi awazên xwe yên xweş didan ber hev, lê vê yekê pir dirêj nekir..

Qamişloka evînê, beriya 4 salan, çavên xwe li bûyereke herî biêş vekir.

Piştî wan kêliyan, her tişt bêdeng bû û malikwêraniyê konê xwe li bajêr vegirt.

27′ Tîrmeha 2016’a saet 09:02 teqîneke hovane taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo hejand.

Vê teqînê, xwîna 62 kesan rijand û zêdeyî 176 jî birîndar kir.

Hingê çeteyên DAIŞ’ê yekser ev yek girtin ser xwe.

Her sal weke îroj, Meclisa bajarê Qamişlo, şênî û malbatên qurbanan, kêliyên vê komkujiyê li cihê bûyerê bi bîr tînin.

Heta îroj, gotinên mîna..

“Ev bûyer wek xaleke reş di bîra me de maye û dernayê.

Birayê min û bi dehan zarokên cîranan di teqînê de çûn.

Malên me bi temamî wêran bûn.

Nikarin wê rojê ji bîr bikin.

Heta saxbim wê ew roj di bîra me de bimîne,” li ser lêvên şêniyan in.

Vê bûyera biêş, asoyên gelek rewşenbîr û hunermendan vekirin û ew xistin tevgerê û bi zimanê êşê berhemên cur bi cur ristin.

Bi vê kirina qirêj, çeteyên DAIŞ’ê hewl dan vîna gel bişkînin û ne-aramiyê li deverê pêk bînin..

Lê xewnên wan bi cih nehatin û bi têkoşîna gelê welatparêz û Hêzên Sûriyaya Demokratîk, 23’ê Adara 2019’an dawî li vê hişmendiya reş û tarî hat.

Back to top button