Di warê siyasî de jî, Fermandarê giştî yê artêşa niştimanî Xelîfe Hefter bi rêya telefonê, bi serokê Afrîkaya Başûr Sîrîl Ramafoza re axivî û destwerdanên Tirkiyê li Lîbyayê nîqaş kir.
Hefter û Ramafoza, şandina dewleta Tirk ji hezarên çeteyan ji Sûriyê ber bi Lîbyayê ve, weke gefê li ser herêmê û destekdayîna terorê bi nav kir.
Herdu aliyan, girîngî da rola Yekîtiya Afrîka di pêvajoya siyasî de û teqezî li ser destekdayîna diyalogên Lîbî-Lîbî kir.
Duh jî, serokê Afrîkaya Başûr bi rêya telefonê, bi serokkomarê Misirê Ebdul Fetah Sîsî re, pêşketinên dawî di dosyaya Lîbyayê de nîqaş kiribû.