Ji ber 3 rewşên biguman, Zanîngeha Rojava hat girtin

Ji bo parastina mamoste û xwendekaran, Zanîngeha Rojava heta 10 rojan hat rawestandin.

Rêveberiya Zanîngehê ji Ronahî TV re ragihand ku guman hebû 3 rewş li xewgeha beşê zanîngehê yê bijîşkiyê hebin, ji lew re wan zanîngeh girt, lê teqz kir ku heya niha ti rewşên pêketinê derneketine.

Rêveberiyê diyar kir ku wan test ji xwendekarên li xewgehê dimînin re çêkirin, taybet ên ji derveyî Qamişlo tên û encam jî wê piştî 48 saetan derkevin.

Her wekî hat diyarkirin ku çi xwendekarên nîşaneyên şewbê li wan peyda bûne jî, test ji wan re hatine çêkirin.

Back to top button