Meclisa Til Temirê ya Leşkerî li şûna avahiyeke xwe ku dewleta Tirk a dagirker topbaran kiribû, parkek ava kir û navên şehîdên topbaranê li parkê kir.
Meclisa Leşkerî ya Til Temirê avahiya têkiliyan a ku bi rêya ajanên dewleta Tirk a dagirker hatibû hedefgirtin, kir park.
Û navên wan şehîdan lê kirin û wêneyên wan li ser dîwarekî parkê daliqandin.
Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê Demhat Serêkaniyê têkildarê projeyê axivî,
Demhat Serêkaniyê fermandar Rênas Roj, Egîd Girkê Legê, fermandar Sosin Bîrhat û hevrêyên wan bi bîr anî û wiha got:
“Beriya 2 salan bi destê îxanetê dewleta Tirk a dagirker navenda têkiliyan kir hedef, di encamê de fermandarên me şehîd bûn.
Êriş û îxaneta li dijî her hevalekî/e me û şehîdxistina wan îsrara me ya şopandina rêya wan zêde dike.”
Demhat Serêkaniyê wiha domand:
“Ev cih veguherî parkekê. Berê navenda têkiliyên leşkerî bû û hevrêyên me her tim li wir bûn.
Piştî şehdîbûna wan me navend kir park û navên wan lêkirin.”



