QSD’ê cezayên DYA’yê yên li ser komên çeteyên li Efrînê erênî nirxandin.
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê di daxwiyaniya ku parvekir de got:
“Em di wê baweriyê de ne ku saziyên Amerîkayê dikarin awayên cezakirina van koman pêş bixe.
Rapora dawîn a Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê careke din asta kiryarên hovane eşkere dike .
Kiryarên terorî ku li dijî niştecihên resen têne kirine ne kiryarên ferdî ne.
Lê belê kiryarên sîstematîk û stratejîk in ku bi fermanên dewleta Tirk a dagirker têne kirin. ”
QSD’ê eşekre kir ku aliyê sereke yê ku destê wê di van kiriyaran de heye, Tirkiyeyê ye.
Dewleta Tirk bi tevahî rê û rêbazan desekê dide van koman da ku planên xwe pêk bînin.
QSD’ê herî dawî bang li rêxistinên navneteweyî kir ku hesab ji sûcdaran bipirse.
Rêveberiya Xweser: Biryara birîna cezayan li serçeteyan gaveke erênî ye