Pirsgirêka kehrebê ya 5 gundên xeta Til Temir û Zirganê çareser bû

Navenda Kehrebeyê ya Til Temirê pirsgirêka kehrebê ya 5 gundan çareser kir.

Navenda Kehrebeyê ya Til Temirê bi hevkariya Nivîsgeha Enerjiyê ya Herêma Cizîrê dest bi projeya jinûve dayîna kehrebeyê li wan gundan kir.

Hevserokê Navenda Kehrebeyê ya Til Temirê Fehed Semîle têkildarê mijarê ev agahî da:

“Gundên Zêdiyê, Sendoqliyê, Xirbet Diwêş, Til Werd Şerqî û Sefraniyê, her wiha projeya zêdekirina 3 bîran li navçeya Zirganê li eniyên şer in.

Û ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê kehrebeya van gundan qut bû.

Me niha dest bi projeyê kir û pirsgirêk çareser kir.”

Semîle destnîşan kir ku di pêkanîna vê projeyê de ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dereng man.

Back to top button