Li navçeya Ranya ya Silêmaniyê berpirsekî YNK’ê hate kuştin

Doh êvarê Berpirsekî YNK’ê li nav bexçeyê mala xwe ya li Başûrê Kurdistanê hat kuştin.

Endamê berê yê Encûmena Navendî ya YNK’ê Niyaz Celal Dergeleyî li navçeya Ranya kuştî hate dîtin.

Cenazeya Niyaz Celal Dergeleyî di bexçeyê mala wî de bi şopên guleyan kuştî hate dîtin.

Li gorî agahiyan, Niyaz Celal li baxçeyê mala xwe hatiye kuştin û şopa çar-pênc guleyan li ser laşê wî heye.

Herwiha heta niha ne diyar e ku kes an kesên êrişkar û kujer kî ne.

Cenazeyê wî niha li Tiba Edlî ya navçeya Ranya ye.

Hate zanîn ku hêzên hundirên yê navçeya Ranya di derbarê bûyerê de lêpirsîn daye destpêkirin.

Berdevkê hêza hundirîn Şoreş Îsmaîl axivî û got:

“Li ser çawaniya pêkhatina bûyera kuştinê lêkolîn destpê kiriye û heta niha di derbarê sedema kuştinê de tu agahî bi dest me neketine.”

Back to top button