Êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê

Dewleta Tirk a dagirker careke din bi pêleke nû dest bi êrişên xwe kir.
Car din mîna her carê êrişî binesaziya herêmê kir û di encamê de zirarên madî yên mezin çêbû.

Ji duh heta îro dewleta Tirk a dagirker bê serûber careke din êrişî binesaziya herêmê kir.

2 Kes di topbarana li kargeha ard ya li Amûdê de birîndar bûn

Beriya çend seatan jî balafirên bêmirov Stasyona kehrebê ya Amûdê topbaran kir.

Di encama topbaran li ser kargeha Ard ya li Sinceqa Xelîl 2 welatiyên bi navên Hisên Ayiş Hisên (45) û Mihemed Xêr Ehmed Şêxê (23) birîndar bûn.

Îro li Dirbêsiyê jî avahiyeke Temûnê û gelek gund hedef hatin girtin

Di êrişa li ser gundê Kerbetilî de 2 zarok û jinek birîndar bûn

Dagirkeriya Tirk di saetên nîvro de êrişî maleke li gundê Kerbetilî yê li Dirbêsiyê kir û di encamê de jinek û du zarok birîndar bûn.

Dagirkeriya Tirk stasyon û benda Asayîşê yên Eyn Îsa kir armanc

Danê sibehê jî benda kontrolê ya girêdayî Asayîşê ku dikeve başûrê Eyn Îsa de bombebaran kir.

Di heman demê de êrîşî cihê îstasyona kehrebê kir û niha kehreba navçê qut e.

Di damê êvarê de jî dagikeran bendê kontrolê yên gundê Xizanê yê Qamişlo bombebaran kir.

Dagirkeran navenda kehrebê û petrolê ya Tirbesipeyê bombebaran kirin

Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker stasyona kehrebe û stasyonek petrolê yên li Tirbespiyê 5 caran bombebaran kirin.

Di danê êvarê de jî dagirkeran Stasyonek petrolê ya li rojhilatê navçeya Tirbesipiyê û stasyona kehrebeyê ya Tirbesiyê bombebarankir.

Îro di saetên êvarê de jî dagirkeran li Qamişlo gelek cih bombebaran kirin.

Stasyona kehrebeya li ser hîzama bajêr, kargeheke rimil, kargeheke avahîzasiyê li nêzî gundê Elî Fero û benda kontrolê ya Kevirê Sipî yên li Qamişlo hatin bombebaran kirin.

Her wiha li gundê Dîbana yê girêdayî Qamişlo noqteyekî hikumeta Şamê hate hedfgirtin.

Di encamê de 5 leşkerên hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest dan.

Her wiha nîvsaet berê jî dagirkeran li Dêrikî Stasyona gazê ya Siwêdiyê 10 caran bombardiman kir.

Gundê Til Eneb ê Şehba û gundê Şewarxa yê Şera hatin topbarankirin

Ji aliyeke din ve çeteyên artêşa dagirker gundê Til Eneb ê herêma Şehbayê û gundê Şewarxa yê navçeya Şera ya kantona Efrînê ya dagirkirî topbaran kir.

Back to top button