Şandeyek ji nûnertiya NY serdana Şengalê kir

Şandeyek Neteweyên Yekbûyî (NY) serdana Şengalê kir û bi nûnerên Rêveberiya Xweser a Şengalê re civiya.

Civîn ji çapemeniyê re girtî hat lidarxistin.

Li gorî nûçeya Ajansa Rojnews “Peymana Şengalê” û bûyerên ku li Şengalê qewimîn mijara civînê bûn..

Şandeyê serdana Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî (TAJÊ) jî kir.

Di rojeva hevdîtinê de rewşa jinan a li Şengalê û rageşiya vê dema dawiyê ku ji ber zextên hikumeta Iraqê rû da, hebû.

Back to top button