“Divê zexta berdana ji bo Silêman Ehmed berdewam be”

Bertek û nerazîbuyûnên li dijî girtin û revandina Silêman Ehmed ji aliyê PDK’ê zêde dibin.Endamê Rojnewsê Baran Germiyan got: “Divê gel bêdeng nemînin û li doza Silêman Ehmed xwedî derkevin.”
Parêzerên Koye jî axivin û gotin girtina rojnamevanan bêy biryara dadgehê ne yasayî û li dijî mafên mirove.

Ev 24 rojin tu agahî ji Edîtorê beşa Erebî ya ajansa rojnews’ê Silêman Ehmed nayê girtin.

Ev yek fikaran li cem hevl , dost û malabta wî çêdike.

Ji wê rojê heta niha banga berdena Silêman tê kirin , lê PDK’ê ya ku ew evandiyê xwe li bêdengiya daniye.

Endamê ajansa Rojnewsê Baran Germiyan û parêzerên Başûrê Kurdistanê derbarê vê yekê helwesta xwe nîşan dan.

Baran Germiyan diyar kir ku ji bo aşkarekirina rewşa Ehmed û dîtina wî xebatên wan dewam e û got:

Me di riya rêxistinên mafên mirovan, rêxistinên rojnamevanan û parêzeran gelek caran hewl da Silêman bibînin.

Lê heta niha me nekariye wî bibînin. PDK bi her awayî rê li ber dîtina wî digire.”

Baran Germiyan tekez kir ku divê gel bêdeng nemînin û li doza Silêman Ehmed xwedî derkevin.

“Girtina rojnamevan bey biryara dadgehê ne yasayî ye”

Parêzerên Koye jî di derbarê revandin û girtina Silêman de axivîn .

Parêzer Rêbîn Şêx Îsmaîl got:

Dema giliyê rojnamevanek tê kirin, pêwîste rizamendiya sendîkaya rojnamevanan wergire .û piştre dadgeh dest bi lêkolînê bike.

Her wiha li gor benda çarem a yasaya rojnamevanî, nabe ew belge û zanyariyên ku rojnamevan bidest anîne, li dijî were bikaranîn.”

Ferhat Elî: Mixabin li Başûrê Kurdistanê gelek karên ne yasayî tên kirin

Parêzer Ferhad Elî jî îşaret bi kiryarên neyasayî yên li Herêma Kurdistanê tê kirin, kir û got:

“Mixabin li Başûrê Kurdistanê gelek karên neyasayî tên kirin.

Em gelek caran dibihîsin ku rojnamevan bêy biryara dadgehê tên girtin.”

Huner Mihemed Emîn: Rojnamevan bê biryara dadgehê girtin ne yasayî ye

Parêzer Huner Mihemed Emîn jî da zanîn ku pêwîste li gor yasayên rojnamevaniyê danûstandin li gel rojnamevanan were kirin.

23 rojin agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin

Back to top button