Li Hesekê şehîd Sakîne û rêhvalên wê hatin bibîranîn

Bi boneya salvegera 11. a Komkujiya Parîsê li Hesekê û Minbicê çalakî hatin lidarxistin.
Di çalakiyan de hate gotin: Tirkiyê nikare dengê jinên azad qut bike, em ê heta nefesa dawiyê li ber xwe bidin û ji bo mafên xwe şer bikin.”

Tevgera Hîlala Zêrîn a Çanda Jinan li Hesekê bi armanca bîranîna şehîdên Komkujiya Parîsê ya yekemîn Sakîne Cansiz û her du rêhevalên wê merasîmek li dar xist.

Merasîm li hola PYD’ê ya li taxa Kebaba ya Hesekê bi beşdariya bi dehan jin pêk hat.

Di merasîma bîranînê de endama Tevgera Hîlala Zêrîn Şerde Osman axivî û got:

“Tirkiyê bi armaca dûrxistina me ji azadiyê sê pêşengên jinan kir armanc û komkujiyek pêk anî.

Çalakî bi pêşandana sinvizyonekê derbarê jiyan Şehîda Sakîna û rêhevalên wê de bi dawî bû.

“Dengê jinên azad tu carî nayê qutkirin”

Her wiha Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê jî ji bo bîranîna şehîdên Komkujiya Parîsê merasîmek lidar xist.

Endamên meclisê, kombûna Jinên Zenûbiya, şênî û hêzên leşkerî û ewlekariyê beşdarî merasîma bîranînê bûn.

Di merasîmê de gelek axaftin hatin kirin û wiha hate gotin:

“Ji xwe dîroka dagirkeriya Tirkiyê tijî komkujî ne, ew jî ji bo xwe li ser piyan bihêle.

Di şexsê jinên pêşeng de Tirkiyê dixwaze hemû jinan qir bike û dengê wan qut bike.

Lê dewleta Tirk a faşîst nizane ku dengê azadiyê nayê qutkirin û niha bi dehhezaran Sakîne, Fîdan û Leyla hene û pêşengiyê dikin.

Pişt re sinvizyonek têkildarî jiyana şehîdên komkujiyê hate pêşandan.

Komkujiya Parîsê li gelek welatên Ewropa bi çalakiyên cûda hate şermezarkirin

Back to top button