Dewleta Tirk gundewarê Eyn Îsayê topbaran kir

Artêşa Tirk a dagirker Kampa Eyn Îsa ya berê û rêya navneteweyî bi çekên navîn topbaran kir.

Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatin ber destê me dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, rêya M4 û kampa Eyn Îsa ya berê topbaran kir.

Di encama vê topbaranê de, agir bi hin herêman ket.

Lê tîmên agirkujiyê ji ber topbaranê nekarî xwe bigihînin cihê topbaranê.

Beriya niha bi saetekê jî balafirên şer ên dewleta Tirk li ser navçeya Eyn Îsa digeriyan.

Dewleta Tirk bi dronekê êrişî gundê El-Esîlim yê navçeya Silokê kir

Back to top button