Çiya Kurd: Divê hêzên koalîsyonê berpirsyariyên xwe bi cih bîne

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser bang li hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya Têkoşîna li dijî Terorê kir û got: “Berpirsyariyên xwe li hember dozên girêdayî têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞ’ê bi cih bînin.”

Krîza DAIŞê ya navdewletî, îro li Erbista Siûdîyê li ser maseya Kongreya Koalîsyona Navneteweyî ye.

Bi taybet, doza girtî û malbatên wan ên li Bakur û Rojhilatê Sûrî, rê nade ku DAIŞ ji holê rabe.

Rêveberiya Xweser a ku xwe bi tenê di dosyayê de dibîne, peymekê dişîne wê kongreyê.

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve Bedran Çiya Kurd rêya çareserkirina vê krîzê nîşan dide.

“Pêwîst e di vê pêvajoyê de xebatên têkoşîna li dijî terorê bi awayekî firehtir bidomînin.

“Metirsiyên li dijî herêmên me û cîhanê bi giştî mezin in.”

Çiya Kurd piştrast dike ku encax bi avakirina dadgehên adil û rizgarkirina zarokan ji hişmendiya DAIŞê, dawî li vê krîzê were.

“Divê li herêmên ku sûc lê kirine werin darizandin û zarok bên perwerdekirin”

Û ewlehî li Kampan peyda bibe.”

Sala 2019’an Hêzên Sûriya Demokratîk bi piştygiriya Koalîsyonê DAIŞ di warê çekdarî de têk bir.

Lê belê tevgera şaneyên veşartî û girtiyên DAIŞê, hîna li holê ye.

Lewra, pisporên terorên serwext in ku zuhakirina çavkaniya bîrdoziya DAIŞê tekane rêya bidawîkirina wê ye.

Koalîsyon li dijî çeteyên DAIŞ’ê wê sibê li Riyadê bicive

Back to top button