Elî El Hesen: Tirkiye bi zanebûn êrişî sivîlan û saziyên gel dike

Endamê Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn Elî El Hesen diyar kir ku dewleta Tirk bi zanebûn saziyên xizmetê yên gel û sivîlan dike hedefa êrişan û got, “êrişa dewleta Tirk ya li ser Akademiya Li Dijî Madeyên Hişbir jî plankirî bû.

Endamê Fermendariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Elî El Hesen derbarê êrişa dewleta Tirk a dagirker ya li ser akademiya Asayîşê ku di encamê de 29 Endamên Hêzên Têkoşîna Dijî Hişbirê şehîd bûn û êrişên li ser herêmê, ji ANF’ê re axivî.

El Hesen diyar kir dewleta Tirk di êrişên xwe de bi piranî saziyên ku dikevin xizmeta gel û civakê kirin armanc û wiha got,

“Di êrişan de cihê elektrîk, av û binesaziyên herêmê bombebarankirin. Sivîl kirin hedef.

Li Eyn Îsayê li zarokan hat xistin, li Dirbesiyê jinên çandinî dikirin hatin armancgirtin. Li Kobanê û Minbicê heman êriş hatin kirin.”

El Hesen diyar kir dewleta Tirk demeke dirêje ketiye nava hewledana şerekî li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û wiha dewam kir:

“Dewleta Tirk ji bo şikandina projeya me ya demokratîk û xwişk-biratiya gelan û hevgirtina wan herdem hêcetên êrişan ava dike.

Herî zêde jî tevî Tirkiyê, DAIŞ ji van êrişan sûdê digire û hewl dide careke din bikeve nava tevgerê û ji bo êrişan xwe birêxistin bike.”

Elî El Hesen: Êrişa li ser akademiya Asayîşê plankirî bû

Elî El Hesen têkildarî êrişa li dijî Akademiya Hêzên Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbirê jî wiha got:

“Êrişa li ser akademiyê plankirîbû. Van endaman perwerdeya xwe li ser parastina civakê ji xeteriya madeyên hişbir didît. Dewleta Tirk ji ber ku naxwaze herêm ji madeyên hişbir paqij bibe êriş bir ser akademiyê.”

Endamê Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn Elî El Hesen di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ew ê ji bo parastin û ewlehiya civakê çi bê xwestin wê bikin.

Back to top button