Şerê Îsraîl û Hamasê: Hejmara kuştiyên li xezayê nêzî 2 hezarî bû

Derdora 3 hezar û 200 kuştin.
Nêzî 10 hezar birîndar.
Wêraniya bajarekî.
Û bi sed hezaran kes ji pêdiviyên jiyanî bê par in.
Ev necama hefteya pêşî ya şerê Îsraîl û Hemasê ye.
Û tevî vê yekê jî ji helwesta Îsraîlê diyar dibe ku wê êrişên ezmanî yên li dijî Xezayê veguherin tevgereke mezin a bejahî.

7’ê Cotmeha 2023..

Ji bo Tevgera Hamasê, roja destpêkirina “Tofana Eqsayê”,

Û ji bo Îsraîlê jî “Şemiya Reş”.

Hefteya derbasbûyî weke îro, baskê leşkerî yê Hamasê Tuqayên El Qesam bi moşekan û di erdê de êrişên Îsraîlê kirin.

Êrişa Hamasê rê li ber kuştina hezar û 300 Îsraîlî vekir.

3 hezar û 300 birîndar bûn û derdora 150 Îsraîlî jî dîl hatin girtin.

Piştî êrişê, artêşa Îsraîlê weke her carê bajarê Xezayê bi dijwarî da ber bombeyan.

Li gorî daneyên Wezareta Tendirûstiyê ya Filîstînê, ji ber êrişên Îsraîlê, hejmara kuştiyan li Xezayê ji hezar û 900 derbas bû.

Wezaretê ragihand ku di nava kuştiyan de 614 zarok hene.

Hejmara kesên birîndar bûne jî nêzî 8 hezarî ye.

Neteweyên Yekbûyî jî eşkere kir ku heta niha ji ber bombardimanan 400 hezar kes ji Xezayê derketine û berê xwe dan herêma Başûr.

Îsraîl: Yek ji berpirsên êrişa 7’ê Cotmehê hat kuştin

Ji ber êrişên li dijî Xezayê hejmareke zêde ji çekdar û rêveberên Tevgera Hamasê jî hatine kuştin.

Artêşa Îsraîlê îdîa kir ku di êrişa îro de yek ji fermandarên Hamasê yê binavê Elî Qadî ku weke berpirsê êrişa 7’ê Cotmehê tê binavkirin, hatiye kuştin.

Hamas: Ji ber êrişên Îsraîlê 9 dîlên din hatin kuştin

Tevgera Hamasê jî ragihand ku di nava 24 saetên dawî de ji ber êrişên Îsraîlê, 9 dîlên din ên êrişa 7’ê Cotmehê hatin kuştin.

Li gorî daxuyaniya Tugayên El Qesam, di nava kuştiyan de 4 biyanî hene.

Bi vî awayî hejmara dîlên ku tê gotin ji ber êrişan hatine kuştin, derket 22’an.

Rojnamevan jî dibin qurbanê şerê Îsraîl û Hamasê

Ji bilî sivîl û kesên çekdar, xebatkarên tendirûstiyê û rojnamevan jî para xwe ji şerê Hamas û Îsraîlê digrin.

Doh li Başûrê Lubnanê di encama topbaran Îsraîlê de, xebatkarê Ajansa Reutersê Îsam Abdulla hate kuştin û 2 endamên Ajnasa AFP jî birîndar bûn.

Netanyahu: Tişta heta niha li dijî xezayê hatî kirin destpêk e

Li aliyê din serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu careke din peyam da ku wê şerê li herêmê dijwar bibe.

Netanyahu ragihand ku Hamas êdî berdêleke giran dide û got:

“Ez niha nikarim eşkere bikim bê wê çi biqewime, lê divê were zanîn ku ev hê destpêk e.

Di vî warî de piştgiriya navneteweyî ji bo Îsraîlê zêde ye.

Hem gefên Netanyahu û hem jî tevgera mezin a leşkerî li ser sînorên Xezayê nîşan didin ku wê êrişa bejahî pêk were.

Di çarçoveya amadekariya êrişa bejahî de Îsraîl zextê dike ku bêtirî mîlyonek Filîstînî ji Xezayê derkevin.

NY: Divê Îsraîl rê li ber kareseteke mirovî veneke

Lê hem Neteweyên Yekbûyî û hem jî welatên herêmê li dijî vê yekê ne.

Berdevkê Sekreterê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric (Stêfan Dujarîk) bang li Îsraîlê kir ku rê li ber kareseteke mirovî veneke.

Şerê Îsraîl û Filîstînê 7 rojên xwe temam kirin

Back to top button