Noboa: Em ji bo aştiya neteweyî têdikoşin

Li Ekvadorê derheqê têkoşîna bi tundiya çeteyên sûcê û bazirganiya hişbirê ku li pey tundiya ku li wir pêk tê Serokê Dewletê Danîel Noboa daxuyand ku welat ketiye “Rewşa Şer”.
Di bûyerên ku ji roja duşemê ve heta niha didome herî kêm 14 kes jiyana xwe ji dest dan, bi sedan leşker li kuçeyên paytext Quîtoyê digerin û gel jî ji ber tirsa tundiyê ji malê dernakevin.

Serokê Dewletê Danîel Noboa derbarê rewşa Ekvadorê daxuyaniyek da.

Danîel Noboa ragihand ku li seranserê welêt Rewşa Awarte îlan kirine.

Noboa diyar kir ku welat di nav “şerê navxweyî ya çekdarî” de ye û got:

“Em di rewşa şer de ne û nabe teslîmî van komên terorîst bibin”

Piştî serhildan û revên ji girtîgehên ku bûne navendên operasyonê yên bazirganiya hişbirê Noboa soz da ku ew ê tevdîrên tund bigirin

Reva serçete Adolfo Macîasê bi nasnavê “Fîto” û serhildanên li gelek girtîgehan bû sedema bertekên li dijî Serokkomarê ku bi soza ewlehiya welêt hatibû hilbijartin.

Noboa diyar kir ku ew ji bo aştiya neteweyî têdikoşin, li dijî “komên terorîst” ên ku ji 20 hezarî zêdetir endamên wan hene jî têdikoşin.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Yekîtiya Ewropayê, Brezîlya, Kolombiya, Şîlî û Venezuela tundûtûjiyê şermezar kirin.

Qesra Spî diyar kir ku Amerîka amade ye ku tevdîrên berbiçav bigire lê ew ê piştgiriyeke leşkerî nede.

Tevdîrên hişk ê dewletê rastî rexneyan tê

Di dema ku civaka navneteweyî rewşa Ekvadorê ji nêz ve dişopîne, operasyonên hêzên ewlehiyê yên li dijî çeteyan û tevdîrên hişk rastî rexneyan tên.

Hêzên ewlekarî yên Ekvadorê ji roja Yekşemê ve dîmenên operasyonên ku girtî tevî bincilkan li erdê dirêjkirîne yên li hin girtîgehên kişandine weşandin.

Demekê Ekvador mîna bihuşta aştiyê dihat nasîn.

Piştî ku cîranên wê Perû û Kolombiyayê bûn navenda hilberandina hişbirê, bûyerên tundiyê dest pê kir.

Kuştinên di navbera 2018 û 2023’yan de ji sedî 800 zêde bûne û serê 100 hezar kesî ji şeşan derket 46’an.

Di sala 2023’yan de 7 hezar û 800 cînayet hatine qeydkirin û 220 ton hişbir hatiye desteserkirin.

Ekwador derbasî qonaxa “rewşa şer” bû

Back to top button