Fînlandiya dê sînorê xwe bi Rûsyayê re girtî bihêle

Fînlandiya diyar kir ku biryara girtina seranserê sînorê xwe yê bi Rusyayê re dê bidomîne û anî ziman Moskow qeyraneke koçê ava dike.

Wezîrê Karê Hundirîn Marî Rantanen di civîna çapemeniyê ku li dar xistibû got:

“Li gorî agahiyên ku ji alî berpirsan ve tê berhevkirin mîna ku me berê jî dîtibû dewamkirin û berfirehbûna çalakiyên bandora hîbrît ya Rusyayê gengaz e. Ji ber vê yekê divê sînor girtî be.”

Dê ev biryar, heta 11’ê Sibata 2024’an ku nirxandinên nû bê kirin dê rojevê de bimîne.

Li gorî berpirsên Fînlandiyayê, ji destpêka meha Tebaxê û vir ve nêzî hezar penaber ji Somalî, Iraq û Yemenê hatine ser qereqolên sînorî.

Ev hejmar ji bo welatê Skandînavyayê ne hejmareke ji rêzê ye.

Fînlandiyayê di nîvê Kanûnê de beşek ji sînor ji nû ve vekir û piştî çend saetan dîsa girtibû.

Nobedarên sînor ên Fînlandiyayê ragihandin ku tenê wê rojê çavdêrî kirine ku herî kêm 40 kesan sînor derbas kirine.

Di daxuyaniya ku roja Pêncşemê hat weşandin, hîn jî koçber li derdorê li benda vekirina sînor in.

Back to top button