Li Lahey doza qirkirinê ya li dijî Îsraîlê di roja 2. de didome

Di şerê li Xezayê de hejmara kuştî û birîndaran her diçe zêde dibe.
Li Lahey jî doza qirkirinê ya ku Afrîka Başûr li dijî Îsraîlê vekiriye di roja duyemîn de dewam kir.
Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahû bertek nîşanî dozê da û diyar kir ku Îsraîl li dijî qirkirinê têdikoşe.

Şerê Îsraîl û Hamasê bi dijwarî dewam dike.

Di nava 24 saetên dawiyê de li Xezayê şer û pevçûnên dijwar rû dan.

Hate ragihandin di êrişên hêzên Îsraîlê de bi dehan Filistînî hatine kuştin û birîndar bûne.

Li Qesra Aştiyê ya Dîwana Edaletê ya Navnetewî a li Lahey ya Hollandayê doza qirkirinê ku Afrîka Başûr li dijî Îsraîlê vekiriye di roja duyemîn de dewam kir.

Komara Afrîka Başûr bi hêceta ku “Îsraîl li Xezayê li dijî Filistîniyan qirkirinê dike” 29’ê Kanûna 2023’an li dijî Îsraîlê doz vekiribû.

Di rûniştina îro ya dozê de Îsraîlê parastina devkî kir.

Şêwirmendê Hiqûqê yê Wezareta Karên Derve yê Îsraîlê Tal Becker axivî.

Becker diyar kir ku Îsraîl li Xezayê mirovan nakuje, berevajî wan diparêze û got,

“Operasyona me ya li Xezayê ji bo parastina gelê sivîl e. Îsraîl ne li dijî gelê Filistînê lê dijî Hamasê ji bo parastina xwe têdikoşe.”

Her wiha Becker tawanbariya qirkirinê ya Afrîka Başûr jî weke Îftira nirxand.
https://www.bbc.com/turkce/articles/ckr88lgn3eko

Netanyahû: Îsraîl li dijî qirkirinê têdikoşe

Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahê beriya rûniştinê daxuyanî da doza ku li dijî Îsraîlê hatiye vekirin rexne kir.

Netenyahû dibêje, “Cîhan berovejî buye. Îsraîl a ku li dijî qirkirinê têdikoşe lê bi qirkirinê tê sûcdarkirin.

Îsraîl li dijî Hamasê wê mafê xwe parastinê bikarbîne.”

Netanyahû, Hamas weke “rêxistineke terorê ku li dijî mirovahiyê sûc dike” pênase kir û Afrîka Başûr jî bi “durûtiyê” tawanbar kir.

Afrîka Başûr daxwaz kir, ji bo ku Îsraîl operasyonên xwe yên li Xezayê bi dawî bike, dadgeha navnetewî biryara tedbîrê bistîne.

NY: Îsraîl alîkariyên ji bo Xezayê asteng dike

Li aliyê din Ofisa Kordinasyona Karên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA) jî ragihand ku ji ber astengiyên Îsraîlê şandina alîkariyên mîna xwarin, vexwarin û dermanan ji bo Bakurê Şerîda Xezayê rawestiyane.

Têkildarî mijarê Ofîsê ku raporek weşand diyar kir di deh rojên pêşîn yê salê de ji 21 sewqiyatên alîkariyê tenê ji wan destûra 3’an hatiye dayîn.

400 Parlementeran ji bo agirbesta li Xezayê bang kirin

Back to top button