Mismarî: Şertê me, Tirkiye û çeteyên wê ji tevahî xaka Lîbyayê derkevin

Berdevkê Artêşa Lîbî Ehmed Mismarî diyar kir ku ji derveyî serweriya çeteyên Wîfaqê, ew ji bo çareserkirina aloziya Lîbyayê bi hemû dewletan re danûstandinan dikin. Serokatiya Tirkiyê jî ragihand ew ê ”şêwermendiya leşkerî” ji bo çeteyên Serac dewam bikin.

Mismarî destnîşan kir ku Fermandariya Giştî ya Hêzên Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê beşdarî hemû bangewaziyên çareseriyê dibe.

Lê serokê hikumeta Wîfaqê Fayiz El-Serac ji ber li gorî fermanên Tirkiye û Qeterê tev digere, ti nêrînek çareseriyê li gel wî nîne.

Mismarî dibêje:

Dewleta Tirk hewl dide berhemên Lîbyayê talan bike û tevgera rêdîtinê li herêma Deryaya Spî kontrol bike.

Artêşa Lîbî bi şertê ku dewleta Tirk û çeteyên wê ji Lîbyayê derkevin, wê beşdarî xebatên çareseriya siyasî bibe.

Duh, şandeya NY a li Lîbyayê ragihandibû, ew ê gereke nû ya danûstandinên Lîbî-Lîbî bidin destpêkirin û sînorekî ji şerên li Terablusa paytext re deyînin.

Ji aliyê xwe ve, serokkomarê Tirkiyê Erdogan, duh di civîna Meclisa ewlekariya netewî ya Tirkiyê de teqez kir ku ew ê desteka Serac bi çek û çeteyan dewam bike.

Piştî bidawîbûna civînê jî, Serokatiya Tirkiyê daxuyaniyek da, tê de hat diyarkirin ku ew ê ”şêwermendiya leşkerî” ji bo çeteyên Serac dewam bikin.

Di daxuyaniyê de hat teqez kirina jî ku Tirkiyê dê lêgerîna derqanûnî ya li rojhilatê deryaya Spî berdewam bike.

Girêdayî mijarê jî duh Îmarata Erebî ragihand ku tiştê dewleta Tirk li Lîbyayê dike, binpêkirina qanûna navdewletî û biryarên konseya ewlekariyê ye.

Îmarata Erebî di nameyekê ji Konseya ewlekariyê re, teqez kir ku divê hemû alî, pabendî biryarên civîna Berlînê bibin.

 

 

Back to top button