Îro civîna G7 ji bo Coronayê tê lidarxistin

Ji bo nîqaşkirina dawîn rûdanên vîrûsa Coronayê û mijarên din ên girêdayî aborê, wê îro her heft welatên grûpa G7 civînekê bi rêya vîdyoyê li dar bixin.

Tê payîn, îro ev civîn li ser asta wezîrên darayî yên welatên pîşesazî, mîna Fransa, Almanya, Îtalya, Japan, Brtînaya, Amerîka û Kanadayê were lidarxistin.

Yekşema borî, serokê Amerîkî Trump ragihandibû ku civîna grûpa G7, ku biryar e li Amerîkayê were lidarxistin, bo meha Îlonê hatiye bipaşxistin.

Trump eşkere kiribû jî ku ew ê hewl bide Rûsya, Hindistan, Awistralya û Koreya Başûrî, ji bo nîqaşkirina mijara Çînê, vexwîne civînê.

G7, a bi navê “Koma Welatên Pîşesaz” tê naskirin, 1976’an hatiye damezirandin.

Civînên vê komê, li ser asta wezîrên darayî yên 7 welatan tên lidartixistin û tê de siyasetên aborî tên nîqaşkirin.

Back to top button