Bi dîmen..Artêşa Tirk a dagirker zeviyên gundên Til Temirê şewitandin

Dewleta Tirk a dagirker, rojane planên qirêj der heqê gelên herêmê da pêk tîne û duh gelek zeviyên gundên Zirgan û Til Temirê da ber agir.

Leşkerên artêşa Tirk ji baregeha ku li ser Girê Amiriyê yê başûrê rojavayê Til Temirê ya li ser rêya M4 ava kirine, agir bi zeviyên çandiniyê xistin.

Ji ber gulebaranê, agir bi zeviyên çandiniyê yên navbera gundên Xireb Şiîr û gundê Xirbe Cemê ketin, yên 3 km li başûrê Zirganê ne.

Şewat gihaşt gundê Tewîl ê navçeya Til Temirê û rûbereke fireh a zeviyên çandinî û baxçeyên daran, da ber xwe.

Li gorî agahiyan, agir bi zeviyên gundên Amiriyê, Erbihîn, Lêlan, Ûm El-Xêr û Gozeliyê yên heman navçeyê jî ket.

Tîmên agirkujê berê xwe dan cihê şewatê, lê çeteyan tîm gulebaran kirin û nehiştin şewatê vemirînin.

Li gorî bîlançoya herî dawî, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, derdora 100 hezar donim zeviyên çandiniyê yên Bakur û Rojhilatê Sûrî kirine xwelî.

 

 

Back to top button