Balafireke bê mirov a biçek ya dewleta Tirk a dagirker 2 nuqteyên hêzên hikumeta Şamê yên li gundewarên Minbicê bombebaran kirin.
Di encama bombebaranê de, 2 leşkerên Şamê birîndar bûn.
Gorî çavkaniyên leşkerî yên ji herêmê, vê sibehê du nuqteyên hêzên hikumeta Şamê yên li gundên Cat û Tozan ên bajarê Minbicê hatin bombebaran kirin.
Çavkaniyan dan zanîn, balafiran 3 caran li du hev nuqteya hêzên hikumeta Şamê a li gundê catê bombebaran kirin.
Di encamê de, 2 leşkerên hikumeta Şamê birîndar bûne.
Têkildarî bombebarana li gundê Toxarê, agahî nehatin bidestxistin.