QSD’ê li Til Hemîsê çeteyekî DAIŞ’ê girt

Hêzên Sûriya Demokratîk ragihand ku tîmên wan ên operasyonên leşkerî çeteyekî DAIŞê li gundewarên Qamişloyê girtiye.
QSD’ê got ku vî çeteyî xwe ji bo pêkanîna êrişan amade dikir.

Navenda Ragihandina QSD’ê bi dauxyaniyekê diyar kir hêzên wan li bajaroka Til Hemîs a kantona Qamişloyê operasyonek li dijî DAIŞê li dar xist.

QSD’ê diyar kir ku di wê operasyonê de wan cihê çeteyekî dorpêç kir û di dawiyê ew girt.

Li gorî wê, vî çeteyî amadekariya pêkanîna êrişan dikir, çimkî bombe, çek û cebilxane pê re hatin dîtin.

Her wiha QSD’ê got ku ev çeteyî girtî, li bajaroka Til Hemîsê çalak bû û beşdarî gelek êrişên li dijî QSD’ê, saziyên sivîl û xizmetê bûye.

Back to top button