Tevgera Ciwanên Şoreşger, Yekîtiya Jinên Ciwan li Reqa, Dêrazor, Minbic û Qamişlo bi çalakiyên cûda ji bo piştgiriya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî Ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî’ daketin qadan û teqez kirin ku dê weke ciwan ji bo serkeftina pêngavê têkoşîna xwe mezin bikin.
Ciwanên şoreşger ên herêma Firatê û Reqayê piştgirî dan pêngavê.
Ciwanan diyar kirin ew jî tevlî pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî Ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî’ dibin.
Ciwanan ji bo piştgiriya bi pêngavê re meşek lidarxistin.
Di meşê de wêneyên Rêber Apo hatin hildan û bê navber dirûşme hatin berzkirin.
Piştre ji rêveberên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Hîlal Elî axivî û got:
“Em jî wek ciwan tevlî pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî Ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî’ dibin.
Em wekî ciwan heta ku pêngavê serbixin em ê li qadan bin.”
Bi heman boneyê li Reqayê jî Tevgera Ciwanên Şoreşger meşeke li darxistin.
Piştî meşê endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê -Reqayê Mehmûd Xelef bi navê beşdaran daxuyanî xwend û got:
“Wekî Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan a Reqayê me ji bo piştgiriya pêngava ‘Ji Rêber Apo re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’, ev meş li dar xistiye.”
Ciwanan di daxuyaniyê de banga tevlêbûna pêngavê kirin.
Biheman armancê Ciwanên Qamișlo, Amûdê, Dirbêsiyê û Tirbespiyê ji bo silavkirina hemleya “Ji Rêber Apo re azadî û ji pirsgirêka kurd re çareserî sîysî ” îro li bajare Qamişlo li hev kom bûn û meşekî meşaleyî lidarxistin.
Ciwanên Dêrazorê jî bi meşekî tecrîda li dijî Rêber Apo şermezarkirin.
Tevgera Ciwanên Şoreşger, Yekîtiya Jinên Ciwan a bajarê Minbic, jî doh êvarê bi meşekî tecrîd şermezar kirin.



