“Ciwanê bajarê Strasborg ê Fransayê li dijî tecrîdê em ê têkoşînê mezin bikin”

Nobeda Azadiyê ya ciwanê Fransayê ya li dijî tecrîdê dewam dike.
Ciwanan diyar kir ku heta şikandina tecrîdê ew ê têkoşîna xwe bidomînin.

Nobeda Azadiyê di hefteya 578’an dewam dike.

Li vir Mustafa Demîr, têkildarî tecrîda ya li dijî rêber APO axivî û got:

“Rêber Apo ji aliyê dewleta Tirk ve di bin tecrîda mutleq de ye.

Ev yek di qanûnên dewleta Tirk de jî nîne.

Li gel vê jî tecrîda li dijî mirovahiyê pêk tîne.

Em ji vir bang dikin; dema mijar dibe Kurd û Kurdistan, çima Yekîtiya Ewropa bêdeng in”

Em gelê 45 milyonî ne û li dijî Rêberê me êşkenceyên giran hene.

Heta ku ev tecrîd neyê şikandin û Rêberê gelê me azad nebe em ê ti carî dest ji têkoşînê bernedin.

Serhat Gumuş jî diyar kir ku li ser Rêbertî di salên dawîn de zilmeke mezin tê kirin û got :

“Ji ber vê yekê divê em dakevin qadan, çalakiyan bikin.

Li bajarê Lûzern û Swîsreyê tecrîd hate şermezarkirin

Back to top button