Rojnamevanên Soran: PDK’ê rê nade dagirkeriya Tirk were şopandin

Di 5 Îlonê de li dijî komeke gerîla êrişek pêk hat …
Wê demê PDK’ê rê nedan rojnamevan bûyerê ji nêzîk de bi şopînin û rojnamevanek jî binçav kirin.
Rojnemevanên Soran li dijî vê yekê bertek nîşan dan ..
Rojnemevanan tekez kir ku PDK’ê rê nade dagirkeriya Tirkiyê were şopandin .

Nûçegihanê NRT’ê Kerîm Keyfî dema ku dixwest xwe bigihîne cihê ku êriş lê pêkhatî ji aliyê PDK’ê ve hatibû binçavkirin.

Keyfî eşkere kir ew ji aliyê çekdarên PDK’ê ve hat êşkence kirin û got:

“Dema me dixwest zanyariyan ji devera Bradost wergire gelek astengî hatin derxistin.

Li seytereyên PDK’ê yên nava bajaroka Sîdekan de rê lê tê girtin ku ew karê xwe yê rojnamevanî bike.”

Nûçegihanê Kanala Peyam ê devera Soran Azad Omeraweyî jî li ser heman astengiyan axivî û got:

“Hêzên ewlehiyê yên Soran rê nadin em rewşa li deverê ku ji aliyê Tirkiye ve hatiye dagirkirin, bişopînin.

Ji ber naxwazin ku dagirkeriya Tirkiyê were şopanadin.”

Back to top button