Nobeta edaletê li Îzmîr, Mêrdîn, Wan û Amedê didome

Di çalakiyên nobeta edaletê yên li bajarên Bakurê kurdistan û Tirkiyê de tê gotin, heta tecrîda li dijî rêber Apo û girtiyan ranebe em jî ranbin ji vir û emê nobeta ji bo edaletê bidomînin.

Çalakiya nobeta edaletê ya bi dirûşmeya” ji bo edaletê emê tecrîdê bişkînin, ji bo aştiyê bibin dengên zindanan”
Li Îzmîr, Mêrdîn, Wan û Amedê didome.

Nobeta Edaletê ya li Îzmîrê bi birayardarî dewam dike.

Şaxa Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD) ya Îzmîrê, Rêxistina DEM Partî û gelek welatî çûn serdana çalakiya nobetê.

Di çalakiyê de hat diyarkirin ku wê rojiya Xizir ji bo girtiyan bigirin û gotin:

Daxwazê girtiyan daxwazên me ne û emê têkoşîna ji bo girtiyan bidomînin.

Bajarê Mêrdînê jî ku nobet lê destpêkiribû, çalakî dewam dike.

Dayikên Aştiyê di Nobeda Edaletê de axivîn û gotin:

“Heta ku çareserî pêk bê, tecrîd bê bidawîkirin û zilam li ser zarokên me biqede em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

Nobeta li Wanê 53 li dû xwe hişt.

Di çalakiyê bang li herkesî hat kirin ku li dijî vê zilmê rabin ser piyan

Nobeta Edaletê ya li Amedê di roja 52 roj de dewam kir.

Kesên tevli çalkiyê bûn pêşmalkên li ser wan nivîsa “Tecrîd sucê mirovahiyê ye” li xwe kirin.

Rêveberên DEM Partî yên navçeya Sûrê û gelek kes tevli çalakiya Nobeta Edaletê bûn.

Dayikên tevlî bûn daxwazên xwe anîn ziman û stranên kurdî gotin.

Girtiyên siyasî 61 roj in ji bo azadiya Rêber Apo di greva birçîbûnê de ne

Back to top button