Ciwanên Şengalê 8’emîn salvegera rizgarkirina Şengalê pîroz dikin

Ciwanên Şengalê 8’emîn salvegera rizgarkirina Şengalê ku vê rojê wekî ‘roja azadiyê’ binav dikin, bi şahî û çalakiyên cûda pîroz kirin.

Ji aliyê Yekîtiya Ciwanên Êzîdxanê û Jinên Ciwan ên Şengalê ve yekemîn şahiya rizgarkirina Şengalê li ber Meclîsa Gel a navçeya Duholayê hate lidarxistin.

Koma muzîkê ya Navenda Çand û Huner a Şengalê jî beşdarî şahiyê bû û bi stranên xwe coşa ciwanên Êzidî bilind kir.

Yek ji endamên Yekîtîya Ciwanên Êzîdxanê Şîlan Şengalî axivî û got:

“Civak û ciwanên Êzidî di encama pêngava rizgarkirina Şengalê de dikarin li ser axa xwe azad bijîn”.

Gelê me ji kampên Başûrê Kurdistanê vedigerin ser cih û warê xwe.

Endamê Meclîsa Gel a Zorava Nemir Pûko jî bibîrxist ku navenda Şengalê di 13’ê Mijdara 2015’an de ji aliyê tevgera azadiyê ve hate rizgarkirin.

Back to top button