Îranê baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li başûrê Kurdistanê bombebaran kirin. Hat ragihandin di encama bombebaranê de 9 kesan jiyana xwe ji dest dane û 32 kes jî birîndar bûne.
Desteya Rêveber a Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê jî daxuyaniyek da û êriş bi tûndî şermezarkir û got:
Divê hikûmetên Başûr û Iraqê û her sê serokatiyên Başûr û Iraqê ji bo rawestandina van êrişên Îran û Tirkiyeyê xwedî helwestek cidî bin.
PJAK’ê êrişên li ser partiyên Rojhilatê Kurdistanê şermezarkir
Partiya Jiyana Azad a Kurdistan (PJAK) jî êrişên rejima Îranê yên li ser partiyên Rojhilatê Kurdistanê şermezarkir û daxwaza yekitiya netewî li hêzên Kurdî kir.
KNK: Komkujiya zaxo ji ber bêdengiya raya giştî çêbû
Bi heman boneyê Kongreya Netewî ya Kurdistanê KNK’ê jî êrişên dewleta Tirk û rejima Îranê yên li ser partiyên Rojhilatê Kurdistanê şermezarkir û got: “Li hember van êrîşan pêwîste helwestek neteweyî hebe û pêwîste serîde Rêveberiya Başûrê Kurdistanê û hemî hêzên Kurdistanî, hêzên xwe bikin yek û bi hevre li hember van êrîşan rawestin.”
Serokatiya herêmê daxwaza parastina xak û serweriyê ji hikûmeta Iraqê kir
Her wiha Serokatiya Herêma Kurdistanê jî bi heman armancê derbarê êrişên rejima Îranê de daxuyaniyek da û daxwaz ji hikûmeta Iraqê kir ku xak û serweriya welat biparêze.
Bafel Talebanî: Bombebarana Îranê pêşhatek metirsîdare
Serokê Yekitiya Nîştimanî Kurdistan YNK’ê Bafel Talebanî jî diyarkir ku ew ji ber bombebarana îro ya Îranê bi fikare û daxwaz ji hikûmeta Iraqê kir bi erk û berpirsyartiya xwe ya ji bo parastina xaka Iraq û Başûrê Kurdistanê rabe û pêşî li êrişan bigre.